Li Îranê êrîş berdewam dikin, hevdîtin pêk nayên

Li Rojhilata Navîn şerê DYE, Îsraîl û Îranê kete hefteya şeşan û êrîşên beramber berdewam dikin. Tê ragihandin ku hevdîtin pêk nayên. DYE amadehiya sewqiyata leşkeran a nû dike.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wê li seranserê Tehranê qadên parastina hewayî yên stratejîk hedef girtine.  Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tesîseke aîdî Muhafizên Şoreşê ya moşekên ji bo xistina balafiran tê bikaranîn hatiye hedefgirtin. Her wiha hate ragihandin ku xaleke leşkerî ya navendên lêkolîn û pêşxistina çekan a Îranê jî hatiye hedefgirtin.

ÎRANÊ LI DIJÎ ÎSRAÎLÊ ÊRÎŞEKE MOŞEKAN A NÛ PÊK ANÎ

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku Îran bi moşekan êrîşî wê dike. Hate ragihandin ku li hemberî moşekan pergalên parastina hewayî ketine dewrê.

ÊRÎŞÊN LI SER WELATÊN KENDAVÊ BERDEWAM DIKIN

Şer û pevçûnên li herêmê bes bi Îran û Îsraîlê re sînordar nînin. Li Bayreynê balafireke bêmirov a aîdî Îranê hate xistin û di encama bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Li bajarê Daubaî yê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî jî perçeyên balafirên bêmirov ketin xwarê û zirar dan du bînayan û hate ragihandin ku yek ji van şîrketa bi navê Oracle ye ku navenda wê li DYE’yê ye.

LI IRAQÊ TESÎSÊN PETROLÊ HATIN HEDEFGIRTIN

Aliyê şerî yê aborî û enerjiyê kûrtir dibe. Hate diyarkirin ku li Basrayê li ser depoyeke petrolê bi droneyan êrîş pêk hatiye û piştre şewat derketiye.

PENTAGON: 365 LEŞKERÊN DYE’YÊ BIRÎNDAR BÛNE, 13 LEŞKER JÎ MIRINE

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya DYE’yê, ji 28’ê Sibatê ve ye di encama operasyonên leşkerî de 365 leşkerên DYE’yê birîndar bûne û 13 leşkeran jî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragigahmdin ku piraniya birîndaran girêdayî hêzên bejahî ne.

LI ÎRANÊ DU KESÊN DIN HATIN DARVEKIRIN

Daraza Îranê jî da zanîn ku wê du kesên ku tê îdîakirin têkiliya wan bi Rêxistina Mucahîdên Gel re heye û êrîşên çekdarî pêk anîne, darve kirine. Ev yek jî nîşan dide ku tevî pêvajoya şerî jî zexta li hundir û pêla darvekirina berdewam dike.

HEVDÎTIN PÊK NAYÊN

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, rêveberiya Îranê bi awayekî erênî li hevdîtina bi rayedarên DYE’yê re ya di nêz de nanêrin.  Di nûçeyê de hate îfadekirin ku daxwazên Washingtonê ji aliyê Tehranê ve weke ‘’nayên qebûlkirin’’ hatine pênasekirin.

JI DYE’YÊ SEWQIYATA LEŞKERÎ YA NÛ

Hate ragihandin ku DYE xwe amade dike ku ji Rojhilata Navîn re sewqiyateke nû ya leşkerî pêk bîne.